Breaking News

Hêza Êrîşkirina DAIŞ’ê Namîne, Operasyona Mezin Nêzîk Dibe

Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kerry bi rêya telefonê ligel barzanî  piştevaniya welatê xwe bo Başûrê Kurdistanê li dijî DAIŞê dupat kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku 13ê Îlonê John Kerry Wezîrê Derve yê DYAyê bi rêya telefonê pêywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kiriye.

Li gor wê daxuyaniyê, di vê peywendiyê da Kerry behsa serdana xwe ya Bexdayê û hevdîtina li gel berpirsên Iraqê kiriye.

Herwiha di wê pêywendiyê de herdu alî gotûbêj derbarê proseya pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê de kirin û ew yek nirxandin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand: “Her di vê pêywendiyê de Wezîrê Derve yê DYAyê piştgirî û hevpeymaniya welatê xwe ya li şerê dijî rêxistina DAIŞê ji bo Iraq û Başûrê Kurdistanê dupat kir.”

Li aliyê din piştî gera Kerry ya Rojhilata Navîn Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Hoşyar Zêbarî dibêje, ti hêza rêxistina DAIŞê bo êrişan nemaye û niha di rewşa bergiriyê de ne. Herwiha tekez dike ku ji ber operasyonên balafirên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) serkirdeyên DAIŞê ji hev hatine belavkirin.

Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Hoşyar Zêbarî di hevpeyvînekê de li gel televîzyona CNN ya amerîkî de derbarê DAIŞê û bandora êrîşên wê li ser Iraqê ragihand: “Li şûna ku DAIŞ bikaribe Iraqê barçe bike iraqî kirin yek dest, niha jî ew rêxistin qels û bê hêz bûye û ji rewşa êrişan derketiye û ketiye rewşa xwe parastinê de.”

Zêbarî wiha domand: “Çiqas piştevaniya navdewletî bo Iraqê zêdetir bibe, dê wiha zûtir rêxistina DAIŞê têk biçe û dê bê şikenandin.”

Hoşyar Zêbarî derbarê operasyonên balafirên DYAyê li dijî çeperên DAIŞê got: “Ew operasyonên asmanî pir bi bandor bûn, ku bûn sedema ji hev belavkirina serkirdeyên wê rêxistinê. Herwiha DAIŞ nikare hêzek mezin kom bike û ew çekdar pir dilgiran dibin gava ku balafiran li ser serê xwe dibînin.” Jêder: Rûdaw

About nucexane

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …