Breaking News

Hurgilîyên Serdana Barzanî ya Fransayê

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê (SHK) hurgiliyên serdana Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî belav kir. Li gor daxuyaniya SHK’ê hevdîtin gelekî sûdewar derbas bûne û piştevaniya Fransa dê ji bo Başûrê Kurdistanê her berdewam be.

Roja pênçşem 08.09.2016 li çarçêweya serdana xwe ya welatê Fransa birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Koşka Êlîze ya li bajarê Parîs kir û bi awayeke fermî ji aliyê birêz François Hollande Serokê Fransa ve hate pêşwazî kirin.

Li hevdîtinê de ku Wezîrê Derve û Serok Erkanê Artêşa Fransa û Bernard Koshner Wezîrê berê yê Derveyê Fransa û dostê gelê Kurdistanê û hejmarek şêwirmendên Hikûmeta Fransa amade bûn, Serok Komarê Fransa rêz û spas û pêzanînên xwe ji bo qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê terorê ragihand û tekez jî li ser karê hevbeşê welatê xwe û Herêma Kurdistanê ya li berengarbûna terorîstan kir.

Her li vê hevdîtinê de behsa pêwîstiya rizgarkirina Musilê kirin û her dû alî li ser ewe hevre bûn ku divê ji bo qonaxa dawiya Da’îş planek ji bo birêvebirina Musilê û rewşa pêkhatan bê danan û bi pêwîstî jî zanîn ku asayîş û paşaroja pêkhatan li parêzgeha Nînowa bê mîsoger kirin.

Li beşekî dinê civînê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Fransa xistin ber behs û Serok Hollande ragihand ku welatê wan palpiştê Kurdistanê dibê û hêviya aramî û serkeftinê ji bo gelê Kurdistanê xwest.

Peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û danustandinên di navbera aliyan mijareke dinê guftûgoyan bû û Serokê Fransa xweşhaliya xwe ji wê yekê nîşanda ku peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda berev pêşve diçê û daxwaz jî kir hemahengiya di navbera Hewlêr û Bexda li şerê terorîstan û rizgarkirina Musilê berdewam bibê.

Rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên siyasiyan û her wiha rewşa Sûriye mijareke dinê civîna Serok Barzanî û Serok Hollande bû.

Her li vê civînê de behsa paşaroja Kurdistanê û danustandina di navbera Hewlêr û Bexda ya li vî derbarî de kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku armanca gelê Kurdistanê gihîştina serbixweyî ye ew jî li rêya diyalog û hevdû têgihîştina li gel Bexda û bi awayeke aştîxwazane dibe.

Her wiha Serok Barzanî spasî Serok Hollande û gelê Fransayê kir ku li demên teng da palpiştê gelê Kurdistanê bûne û hatina Serok Hollande jî ya Kurdistanê eve jî li dema şer û li êrîşa terorîstan de bilind nirxand ku wekî yekem Serok ji bo hevsozî û yarmetîdana gelê Kurdistanê serdana bajarê Hewlêrê kir. SHK / Nûçexane

About nucexane

Check Also

Futbolîzê Kurd wê di tîma milî ya Swêd de bilîze

Futbolîzê Kurd Delaho Îrandost ê 22 salî ji bo tîma milî ya Swêd hat vexwendin. …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.