Breaking News

Îran axa ser erdên Belucistanê difiroşe welatên Erebî

Li gor zanyariyan Îran a ku xwe wekî dijberên welatên erebî nîşan dide, li aliyekî jî axa berhemdar a erdên eyaleta Belucistanê difiroşe welatên erebî yên wekî Qetar û Îmaratên Erebî.

Îmaratên Erebî bi wê axa ku dikire ji bo avakirina giravan di nav deryayê de bikar tîne û Qetar jî ji bo ziwakirina peravên deryayê û firehkirina erda xwe bi wê axê bikar tîne.

Li gor zanyariyan Îranê li deverên derveyî niştîngehên faris ên Belucistanê şantiyeyên mezin ên kolana erdê vekirine û axê difiroşe wan welatên erebî ku texrîbateke mezin a erdnîgarî li Belucistanê çêdike.

Hawîrparêzekî ji rojnameya Armanî re li ser mijarê daye xuyakirin, “Ev diziya axê ya li Îranê tê kirin, ne veşarî ye eşkere tê kirin. Lewra bi çavê rojê vê dikin. Li Çabehar, Sîstana nêzî Nobendiyan a Belucistanê 7 şantiyeyên axê kar dikin. Ev ax bi rêya keştiyan bo welatên Ereb û Kendavê tê şandin.”

Hawîrparêz dibêjin, Îran vî karî ne veşarî eşkere dike, lê rayedarên Îranî jî bêyî ku firoştina axê red bikin dibêjin, dibe ku ew ax ji bo çandiniyê tê şandin.

PeyamaKurd

About nucexane

Check Also

Futbolîzê Kurd wê di tîma milî ya Swêd de bilîze

Futbolîzê Kurd Delaho Îrandost ê 22 salî ji bo tîma milî ya Swêd hat vexwendin. …