Breaking News

Îran jî beşdarî civîna Lozanê dibe

Civîna Lozanê ya di krîza Sûriyê de vegera ser maseyê îro dest pê dike.

Ev civîna ku piştî têkçûna agirbesta Cejna Qûrbanê pêk tê li Otêla ku 93 sal berê Peymana Lozanê hatiye îmzekirin anku li bajarê Lozan ê Swîsreyê pêk tê.

Di civînê de nûnerê 6 welatan beşdarî dikin ku piştî Amerîka, Rûsya, Siûdî, Tirkiye û Qeterê, Îran jî cara ewil beşdarî civîneke navnetewî ya li ser çareserkirina krîza Sûriyê dibe.lozan

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî ((NY) Staffan de Mistura jî vexwendiyê vê civînê ye ku tê çaverêkirin ji bo alîkarîya mirovî û agirbestê gava ewil a danûstandinan dest pê bike.

Her çiqas Amerîka û Rûsya hêviyeke zêde nadin civînên Lozanê jî wek hewildaneke erênî dinirxînin ji ber ku hemû alî beşdar dibin.

Tenê beşdariya Îranê nediyar bû ku daxuyanîya beşdarbûna Îranê bo Lozanê vê sibehê di ajansa nîvfermî ya Îranê IRNAyê de hate ragihandin û hate gotin, Wezîrê Karên Derve Cewad Zarîf ber bi Lozanê bi rê ketiye.

Nûçexane

About nucexane

Check Also

Futbolîzê Kurd wê di tîma milî ya Swêd de bilîze

Futbolîzê Kurd Delaho Îrandost ê 22 salî ji bo tîma milî ya Swêd hat vexwendin. …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.