Breaking News
Chalak Şeva Dengbêjan
Chalak Şeva Dengbêjan

Ji bo bîranîna dengbêj Nesrîn Şêrwanê şevek tê lidarxistin

Chalak Events, ji bo bîranîna dengbêj Nesrîn Şêrwanê şeveke dengbêjiyê li dar dixe.

Chalak Events ji bo bîranîna dengbêj Nesrîn Şêrwanê 22’yê Berfanbarê şeveke bi navê Dengbêj Nights III.  li dar dixe. Şeva dengbêjiyê dê li Şa Performansê û Şevin Teras Cafeya li Beyoglûya Stenbolê birêve biçe.

Di şevê de dengbêjên botanî Avdilayê Goyî, Cemalê Mihê, Kurdê û Henîfa Şirnexî dê ji bo bîranîna dengbêj Nesrîn Şêrwanê kilam, payîzok, heyranok û lawikên Botanê bibêjin.

Hêjayî gotinê ye ku dengbêj Nesrîn Şêrwan, di sala 1929’an de li Şirnexê hatiye dinyayê. Li Radyoya Bexdayê xebitiye û bi dehan stran  berhev kirine.

Chalak Events, Denbêj Nights III
Chalak Events, Dengbêj Nights III

Avdilayê Goyî li gundê Şêxon (Şêxan) ê Qilebana Şirnexê hatiye dinyayê. Piştî  demeke dirêj li Şexan maye koçî Mêrsînê kiriye. Avdilayê Goyîyê ku yek ji dengbêjên girîng ên Şêxan e zêdetir bi stranên xwe yên ‘Porsorê’ û ‘Zêrînê’ tê naskirin.

Herwiha dengbêj Cemalê Mihê, Dengbêj Kurdê û Henîfa Şirnexî dengbêjên berbiçav ên Botanê ne ku dê beşdarî şevê bibin û di şevê bistirên.

Ji bo agahiyên zêdetir li vê lînkê bitikînin:

https://tr-tr.facebook.com/events/213550199575046/

Hûn dikarin Straneke Cemalê Mihê ji vir guhdarî bikin:

 

About Mewlûd Oguz

Journalist, edîtor & blogger: Mewlûd Oguz, di sala 1987’an de li navçeya Heskîfê ya Batmanê ji dayik bûye. Di beşên dîrok û edebiyatê de perwerdehî dîtiye. Di kovar, rojname û malperên înternetê de helbest, kurteçîrok, werger û hevpeyvînên wî weşiyane. Di navbera salên 2017 û 2018’an de li beşa kurdî ya Ajansa Nûçeyan a Spûtnîkê weke edîtor xebitiye. Edîtoriya kovara muzîka kurdî Ziryabê dike û ji bo Nûçexaneyê nûçeyên çand, huner û edebiyatê amade dike. E-MAIL: oguzmevlut@gmail.com

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …