Breaking News

Ji DAIŞ’ê bo Mûsilê ferman: Kî şer neke û vekişe bikujin!

DAIŞê jibo xwe amadekirina şerê Mûsilê, çend ferman ji çekdarên xwe re derxistin ku ji wan xwest bi ti awayî paşve venekişin.

DAIŞê bo şerê Mûsilê, fermanek derxist ku tê de çend rênûma dan çekdarên xwe û daxwaz kir, “bi berxwedanî şer bikin û bi ti awayî ji eniyên şer paşve venekişin.”bagdat_ve_dais_arasindaki_son_ilcede_de_savas_basladi_h22449

Di fermana DAIŞê de hate gotin: “Hemû birayên mucahîd agahdar bikin ku ti demê paşve nevekişin.”

DAIŞê di wê fermana xwe de hişyarî da çekdarên xwe û ragihand ku vekişîna ji eniyên şer tenê bi fermana aliyên serî dibe û her kesek ku bêyî fermanê vekişe, dê were kuştin.

Xalên Fermanê wiha ne:

1-Bi berxwedanî rûbirûyê dijmin bibin.

2-Ti demê paşve venekişin.

3-Vekişîna ji eniyên şer tenê bi fermanê dibe.

4-Her çekdarek ku bêyî fermanê vekişiya, bikujin.

5-Wan çekdarên şer nekin ceza bikin.

6-Her çekdarê ku hewl da teslîmî dijmin bibe, bikujin.

7-Her kesek ku bi serkeftinên kafiran dilxweş bibe, bikujin.

About nucexane

Check Also

Futbolîzê Kurd wê di tîma milî ya Swêd de bilîze

Futbolîzê Kurd Delaho Îrandost ê 22 salî ji bo tîma milî ya Swêd hat vexwendin. …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.