Breaking News

Ji Şaredariya Mêrdînê Pirtûka ‘Stranên Rîtmîk ên Radyoya Erîwanê’

Seroktiya Çand û Hunerê ya Şaredariya Mezin a Bajarê Mêrdînê kitêbek li ser muzîka Kurdî ya stranên Radyoya Rewanê (Êrîvan) çap kir.

eriwan pirtukPirtûka ku bi berhevkariya Cewad Merwanî hatiye amadekirin, bi navê ‘Stranên Rîtmîk ên Radyoya Erîwanê’ hatiye çapkirin.

Ev pirtûka ku wek arşîveke giranbuha ya muzîka kurdî ye ji 951 rûpelan pêk tê û xebata 448 stran û kilamên kurdî tê de cî digire.pirtûk erivan muzik

Ev kitêb dê ji aliyê şaredariya Mêrdînê ve wek diyarî ji gel re, hunermend, hezkar û lêkolînerên muzîka klasîk a Kurdî re were belav kirin.pirtuk erivan

Berpirs û amadekarên vê xebatê ji nûçexaneyê re ragihandin ku wan bi vê xebatê xwestiye muzîka kurdî ya qedîm ku bi Radyoya Erîvanê deng û olan daye bigihînin nifşên nû û rê li ber pêşxistina muzîka kurdî vekin.muzik etivan

Dê li demên pêş Seroktiya Çand û Hunerê ya Şaredariya Mêrdînê bi bernameyeke taybet danasîna vê pirtûkê bike.

About nucexane

Check Also

Futbolîzê Kurd wê di tîma milî ya Swêd de bilîze

Futbolîzê Kurd Delaho Îrandost ê 22 salî ji bo tîma milî ya Swêd hat vexwendin. …

One comment

  1. Pîroz be xebateke hêja ye…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.