Breaking News

Kamkaran û Yehya wê ji bo nexweşên kanserê bistirin

Grûba hunerî ya Kamkaran tevî hunermend Behcet Yehya li bajarê Hewlêr û Silêmaniyê konsertan ji bo nexweşên kanserê lidar dixin.

Konser 29’ê Nîsanê destpê dike û Hoşeng Kamkar di vê derbarê de got: ‘‘Dê Grûba Kamkaran ligel Behcet Yehya du konseran li bajarên Silêmaniye û Hewlêrê bide û dahata her duyan ji bo zarokên nexweşiya kanserê ye.’’

Hoşeng wiha axifî: ‘‘Behcet Yehya jî bi çendîn stran û staylên nû stranan pêşkêşî gel dike.’’

Grûba muzîkê ya malbata Kamkaran nêzîka 50 sal beriya niha li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Hesen Kamkar ve hat damezrandin û hemû zarokên xwe di wî warî de pêgehandin. BasNews

About nucexane

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …