Breaking News

Koma Palyaçoyan Kurdî Fêrî Zarokan Dike

Nûçexane – Şanogerên Kurd bi mebesta zindîkirina çanda Qirdikîyê (Palyaço) û fêrkirina zimanê Kurdî projeyek bi navê ‘Zarok û Ziman’ amade kirin.

Damezrînerê Koma Palyaçoyên Kurd Keremo dibêje, jiber ku zarokên Kurd heta niha bi bişaftinê re rû bi rû mane, armanca vê projeyê jî ew e ku ew dixwazin bingeha Kurdî di mêjiyê zarokan de deynin.

Şanogerên Kurd, bi vê projeyê çanda Qirdikîyê didin jiyandin, demên xweş bi zarokan didin derbas kirin û hem wan fêrî çîrokên Kurdî dikin hem jî pirtûkên çîrokan dîyarî wan dikin.

Şanoger Keremo ku ev proje bi alîkarîya çend hevalên xwe yên şanoger amade kiriye, ji Dengê Amerîka re mebest û armanca avakirina koma Palyaçoyên Kurdî vedibêje.

Ew vê projeyê wekî alternatîfeke fêrkirina zarokan ya Kurdî dinirxîne û dide zanîn, ev komeke serbixwe ya hunerî ye, lê ger bê xwestin ew dikarin li her deran lîstik û şanoyên xwe pêşkeşî zarokan bikin.

Şanogerê Kurd bang li malbatên Kurd dike ku rê nedin zarokên wan ji Kurdî dûr bibin. Dengê Amerîka – Salih Turan

Jibo deng bitikînin.

About nucexane

Check Also

Aynûr Dogan berendama Xelata Baştirîn Stêrka Îlhambexş a Salê ye

Zanîngeha DeuPauw di nava berendamên “Xelata Stêrka Îlhambexş a Sala 2018’an” de hunermenda kurd Aynûr …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.