Breaking News

Konê Reş Hêjayî Xelata Helbestan ya Cegerxwîn Hate Dîtin

Nivîskarê Lêkolîner Konê Reş yê li Rojavayê Kurdistanê hêjayî xeleta Cegerxwîn ya 2014’an hate dîtin.

Di daxuyanîya Rêvebiriya Komîta Xelat a Cegerxwîn de tê gotin, Hevbenda N.R.K. li Sûrî xelata Cigerxwîn da nivîskar Konê Reş.

Komîta xelata Cigerxwîn a ji bo afirandina helbestê ya sala 2014an, biryar da ku xelata xwe ya îsal bide helbestvan û nivîskarê navdar Konê Reş, ji ber kar û keda wî ya berdewam di ber çand û afirandina kurdî de.

Xelata Cigerxwîn a ku di sala 2001ê de destpêkiribû, yek ji wan xelatan e ku Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî salane belav dike. Ta ana bi jimarek helbestvan vekiriye, ji wan: Seydayê Keleş, Bêbuhar, Mela Nûrî Hesarî, Mihemed Elî Hiso, Xelîl Mihemed Elî Yûnis, û Ferhadê Içmo.

Hêjayî gotinê ye ku dê xelat bi bihaneya roja cejna helbesta cîhanî di şahiyek taybet û li mala helbestvan a ku li taxa Xerbî li Qamişlo dikeve, radestî wî bibe. Komîteya xelatdayînê mejûya merasîma xelatdayînê wê rojên pêş were eşkere bike.

 

About nucexane

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …