Breaking News

Kovara Nûbiharê ya Jimara 124an Derket!

Nûçexane – Kovara Nûbiharê ku ev 21 sal in bi naverokeke dewlemend bi Kurdî weşana xwe dike, bi jimara xwe ya 124an derket pêşberî xwendevanan.

Di vê jimarê de, edîtorê kovarê Suleyman Çevik, di nivîsara xwe de li ser bûyerên ku li rojava diqewimin sekiniye û bi sernavê “serê xetê û binê xetê yek parçe ne…” nivîsara xwe nivîsandiye.

Mesût Serfiraz  û Bahadîn Hawar, nivîsara kurdîzade Ehmed Ramîzê Liceyî ya bi navê “Reşbelek” ya ku tê de şîretan li Kurdan dike, latînîze kirine.

Sedat Ulugana, Kurteçîroka Xelîfeyên Neqşîbendiyên Xalidî nivîsandiye.

Ahmet Aras, li ser çîroka hin stranên mîna “hekîmo” û  “çemê çetelê” sekiniye û du nivîsên ku di Nûbiharê de weşiyane rexne dike.

M. Nezîr Basneyî, li ser mijara rêzimanî ya “ergatîv”ê sekiniye.

Adil Yıldırımçakar, bi Eyup Kıran re li ser pirtûkên wî yên “Derwêşê Evdî”, “Pilingê Serhedê” û wekî din li ser dîroka eşîran û nivîskariya Kurdî û problemên wê, hevpeyvîn çêkiriye.

Abdulkadîr Gök, li ser ew têgehên tesewifî yên di diwana Melayê Cizîrî de sekiniye.

Dilazad A.R.T, li ser taybetiyên Nûbihara Biçûkan, bi taybetî jî li ser ew şîretên pêşiya her mijarê sekiniye.

Xweşmêr, du helbestên Axayokê Bêdarî yên ku heta niha neweşiyayî, dîtine û latînîze kirine.

Maşallah Milazgirtî, li ser Çend têgehên li ser amrazên jiyanê yên kevnare sekiniye.

M. Emin Purçak, li ser modernîzma derengmayî û taybetmendiyên wê, sekiniye.

A.Kadir İkbal, li ser gora Seîdê Nûrsî ya wenda sekiniye.

Ji bilî van nivîskarên jorîn, nivîskarên din jî yên ku bi lêkolîn, werger, hevpeyvîn, ceribandin, helbest û çîrokên xwe, ev jimara Nûbiharê zengîn kirine ev in:

Rojen Barnas, sidîq gorîcan, Mem Med, Mehmet Ali Aluç, Rahmetullah Karakaya, Huseyn Şemrexî, m. zahir ertekin, Turkan Tosun, S. Ahmet Kaya, Johann Wolfgang von Goethe, Seyîdxan Kurij, Mehdî Ritamî, Sevîm Amedî, Mehmed Emîn Hêvîdar, Felat Dilgeş, Receb Dildar, Rojbîn Ozkan, Ekrem Şen, Selman Dilovan, Bamed Serdar, Mizgîn Hesko, Mehmet Şîrîn Fîlîz, Seyda Ronahî, Kasım Buğurcu, Talat İnanç, Murad Celalî, Elî Şerîetî, Ercan Dogan, Zafer Berdestî, Adem Amed, Ridwan Xelîl, Dilşad Mutî…

About nucexane

Check Also

Aynûr Dogan berendama Xelata Baştirîn Stêrka Îlhambexş a Salê ye

Zanîngeha DeuPauw di nava berendamên “Xelata Stêrka Îlhambexş a Sala 2018’an” de hunermenda kurd Aynûr …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.