Breaking News
Ziryab - 1 -2018
Ziryab - 1 -2018

Ziryab: Em dixwazin hinek be jî siya li ser muzîka kurdî rakin

Yekem kovara muzîkê ya xwerû bi kurdî, tevahiya wê rengîn û li ser kaxeza kuşe Ziryabê dest bi weşanê kir.

Ziryab kovareke vedor e û dê ji çar mehan carekê derkeve. Desteya weşanê ya Ziryabê ji Siya Şevê Gokçe Selim û Serhat Temel; Harûn Elkî û Ozan Irmak pêk tê. Edîtoriya kovarê jî Mevlut Oguz û Serhat Temel dikin.

‘Kovareke bi vî rengî ji ber pêwist bû’

Xwedî û berpirsyarê Ziryabê muzîkjen Gokçe Selîm (Siya Şevê) ji Nûçexaneyê re diyar kir ku di vî warî de valahiyek hebû got derxistina kovareke bi vî rengî pêwsit bû.

Selîm da xuyakirin ku armanca wan avakirina qadeke nû ya xweîfadekirinê ya nivîskî ye. Selîm wiha axivî: “Bi  Ziryabê em dixwazin hem tiştên xweş û nû û hem jî kevneşopîya muzîka kurdî bi nêrîneke berfireh ji dildarên muzika kurdî re û ji dildarên muzîkê re raber bikin.”

Armanca derxistina kovarê 

“Em dixwazin pirsgirêkên muzîka kurdî û pirsgirêkên muzîkjenên kurd li her deverê û li her qonaxê bi zimanekî erênî, nêrînên berfireh û heta derfet hebe bi her zaravayên kurdî bên nîqaş kirin. Armanca me  muzîka ku bi keda salan û bi nirxên bilind hatiye afirandin, bi çavekî zelal û guhekî vekirî berpêşî xwînerên kurdî bikin. Hêviya me ew e ku ji muzîkjen û dilsozên muzîkê re qadeke nû ya xweîfadekirinê vekin. Û em dixwazin hinek be jî siya li ser muzîka kurdî rakin.”

Ziryab li Mephistoyê
Ziryab li Mephistoyê, Stenbol.

Naveroka Ziryaba yekemîn

Harun Elkîji salên 90’î û heta niha panoramayek berpêş kiriye û derbarê bandora medyaya civakî ya li ser muzîkê bi nivîseke têr û tije hejmara yekemîn xemilandiye. Îbrahîm Sarisu li ser Orfeus ê ku di dîroka muzîkê de di nav çend hozanên herî ewil de ye û derbarê mozaîka wî de bi mijareke balkêş cih girtiye. Serhat Temel derbarê serpêhatiya têkçûna Orkestraya Heskîfê de bi nivîseke taybet me ji rewşa atmosfera salên dawiyê dide serwext kirin. Serdar Ozturk porteyeke dengbêjê nemir Dengbêj Reso nivîsandiye.

Hevpeyvîn…

Di hejmara yekemîn de bi Kerem Gerdenzerî û Nizamettin Ariç; Ayfer Duzdaş, Mem Ararat, Adnan Kartal, Cem Şivan Ergul, Siya Şevê û Rewşan Çelîker re hevpeyvîn hatiye kirin.

Danasîn, nirxandin, playlîst…

Di kovarê de ji bilî gotar û hevpeyvînan danasîna albûma Mirady û nirxandinek li ser albûma Serhat Ertunayî jî heye. Her wiha di kovarê de nûçe, danasîna kitêbeke muzîkê û ji albûmên sala 2018’an playlîstek jî heye.

Ziryab li Pirtûkfiroşan û li Fuara Pirtûkan a Stenbolê ye

Hêjayî gotinê ye ku di hejmara yekemîn de postera gewreyê rocka bi kurdî Kerem Gerdenzerî û albûma Siya Şevê ya bi navê Li Pey Siya Xwe weke diyarî tê dayîn.

Kovar li Pirtukakurdi.com, Medya, Mephisto û li Fuara Pirtûkana a Stenbolê li standa Avestayê li benda xwendevanên xwe ye.

About Mewlûd Oguz

Journalist, edîtor & blogger: Mewlûd Oguz, di sala 1987’an de li navçeya Heskîfê ya Batmanê ji dayik bûye. Di beşên dîrok û edebiyatê de perwerdehî dîtiye. Di kovar, rojname û malperên înternetê de helbest, kurteçîrok, werger û hevpeyvînên wî weşiyane. Di navbera salên 2017 û 2018’an de li beşa kurdî ya Ajansa Nûçeyan a Spûtnîkê weke edîtor xebitiye. Edîtoriya kovara muzîka kurdî Ziryabê dike û ji bo Nûçexaneyê nûçeyên çand, huner û edebiyatê amade dike. E-MAIL: oguzmevlut@gmail.com

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …