Breaking News

Kurdên Yarsan (Kakeyî) Çima Bê Xwedî ne?

Kurdên Ola Yarsan anku Kakeyî yên li Îraqê dijîn gazinan ji hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê dikin û dixwwazin çand, dîrok û ola wan jî mîna yên din were pejirandin û nirxa wan hebe.

Roja pêncşembê (16.01.2014) cejna Xawenkarî ya Yarsanan (Kakeyî) li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bû, li gor çavkaniyên dîrokî ku nîv milyon Kurdên Kakeyî li ser bajar, bajarok û gudên Başûrê Kurdistanê û naverasta Iraqê belav bûne, lê tu serkirdeyekî Kurd pîrozbahiya vê cejna wan ne kir û evna bû cihê dilgiraniya wan.

Seîd Kakeyî ku Kurdekî Yarasan e, di babetekî de ku kopiyek ji BasNewsê re şandiye wiha dibêje: “Her neteweyeke zindî li cîhanê çendîn helkeftên wê yên olî, niştimanî, netewî û civakî hene û bi awayên cor bi cor ahengan ji bo wan lidar dixe û bihayên xwe bilind radigire, û bo dilxweşî, şadî û pêkvejiyanê serkirdeyên siyasî, civakî, olî û fîlosf birûskên pîrozbahiyê dişînin ji wan şahîgeran re, lê mixabin bi awayekî cuda ji hemû pêkhatên din ên Kurdistan û Iraqê, Kurdên Yarsan (Kakeyî) îro (16.01.2014) cejna Xawenkar ya xwe bêyî birûskên pîrozbahiyê ji serkirdeyên Kurdistan û Iraqê lidar xistin, wek ku hebûna wan li ser axa bav û bapîrên wan nebe û nehêjayê çend gotinên dilxweşiyê yên serkirdeyên siyasî, civakî, olî û felsefî li Kurdistan û Iraqê bin.”

Seîd Kakeyî dibêje ku di destpêka damezrandina dewleta Iraqê û danîna yekem destûra Iraqê de, nûnerên Kurd li Bexdayê navanîna ola Yarsanî paşguh kirin û wiha berdewam dike: “Li şûna ku bê xwesteka takperistî û çavreşî şûnwarê ola pîroz a Zerdeşt bi xeteke pênûsê di wê belgeyê de kirin Misilman, bi vê yekê Kurdan dest ji çîn û pêkhateke giring ji dîroka xwe berdan û di encam de ew sed hezar kesên Yarsanî ku rojhilatnasên desepêka sedê bîstem bi giringî amaje bi dab û nerîtên ola wan dikirin, hinek ji wan bûn şîe, hinek neçar bûn ku bibin Ereb, hinek ji wan bûne Tirkman û yên mayîn bi hezaran nav û nasnavên nehêja bi wan ve girêdan.”

Di babetê Kakeyî de wiha tê gotin: “Piraniya Kurdên Yarsanî li navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêmê bicîh bûne, her di destpêka çokdanîna serkirdeyên Başûrê Kurdistanê û razîbûna wan bi lîstika mafê kulturî, mafê otonomî, mafê fedralî, bûn topa piyê desthiladarên Bexda û desthiladarên hêzên siyasî li Kurdistanê, li Hewlêr û Silêmaniyê. Belê, Kurdên Yarsanî li Kurdistana Başûr û Iraqê enfalkiriyên zindî yên destpêkasedsala bîst û yekemîn in. eger na, çima Paull Biremer ê Amerîkî navê Kurdên Yarsanî xiste reşnivîsa yasaya desthilata demkî ya Iraqê, lê bi pilana Îranê û bi destî şîeyên Ereb û Kurd navê alîgirên Yarsanan di wê belgeha yasayî de reş kirin.”

Di dawiyê de jî gazinan ji desthilatdarên Kurd û serkirdeyên partiyên siyasî dike ku di vê rojêd e bi xeteke pîrozbahî ev cejna wan pîroz nekirin. BasNews

About nucexane

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …