Breaking News
Fuara Pirtûkan

Li Hewlêr û Amûdê fuarên pirtûkan vebûn

Li Hewlêrê Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ya 13’emîn, 10’ê Cotmehê li Parka Samî Ebdurehman hat vekirin û dê heta 20’ê mehê vekirî be û ji gelek welatan kitêbên bi gelek zimanan dê werin firotin û gelek çalakî bêne lidarxistin.

Birêvebira Fuarê Xade Amîliyê bi daxuyaniyekê ku got îsal ji 17 welatan nêzî 320 weşanxane beşdarî fuara pirtûkan dibin.

Ji aliyê din ve li Navenda Çand û Hunerî ya Amûdê bo cara yekemîn Pêşengeha Pirtûkan a Tewfîq el Huseynî vebû. Nivîskar û welatiyên Amûdê û derdora wî bajarî elaqeyeke mezin nîşanî fuarê dan. Birêvebirê fuarê diyar kirin ku ew ji beşdariya welatiyan memnûn in û dan zanîn ku dê her sal li ser navê nivîskarekî kurd fuar were lidarxistin.

About Mewlûd Oguz

Journalist, edîtor & blogger: Mewlûd Oguz, di sala 1987’an de li navçeya Heskîfê ya Batmanê ji dayik bûye. Di beşên dîrok û edebiyatê de perwerdehî dîtiye. Di kovar, rojname û malperên înternetê de helbest, kurteçîrok, werger û hevpeyvînên wî weşiyane. Di navbera salên 2017 û 2018’an de li beşa kurdî ya Ajansa Nûçeyan a Spûtnîkê weke edîtor xebitiye. Edîtoriya kovara muzîka kurdî Ziryabê dike û ji bo Nûçexaneyê nûçeyên çand, huner û edebiyatê amade dike. E-MAIL: oguzmevlut@gmail.com

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …