Breaking News

Li Stenbolê pêşangeha “Derbarê Tenêtî û Avê de”

Tevgera “Cih Ji Bo Çandê” li Bomontiadaya li Şişliya Stenbolê “Derbarê Tenêtî û Avê de” pêşangehek vekir. 

Tevgera “Cih Ji Bo Çandê” (Kultur Için Alan) Li Febrîqeya Bîrayê ya Berê (Bomontiada) li Stenbolê pêşangeha: “Derbarê Tenêtî û Avê de” li Stenbolê vekir.

Di çarçoveya pêşangeha “Derbarê Tenêtî û Avê de” de berhemên  hunermend Husamettin Bahçe, Serdar Bayram, Fatma Çelik, Lezgîn Kani, Aylin Kizil û Serpil Polatê têne nîşandan.

Kuratoriya vê pêşangehê jî Refik Akyuz û Serdal Darendeliler bi hev re dikin.

Riya Teze û Mam Miraz
Riya Teze û Mam Mirazê Cemal

Pêşangeha “Derbarê Tenêtî û Avê de” ji berhemên weke wêne û vîdeoyan pêk tê ku mijarên xwe zêdetir li ser însên, jiyan û avê ne.

Di çarçoveya pêşangehê de derbarê çîroka rojnameya Riya Teze û tenêtiya rêvebirê rojnameyê helbestkar û rojnameger Mirazê Cemal de jî çendîn wêne û xebateke vîdeoyî jî têne nîşandan.

"Ferat: Ji çem ber bi golê ve" Husamettin Bahçe.
“Ferat: Ji çem ber bi golê ve”, Husamettin Bahçe.

Hêjayî gotinê ye ku projeya Tevgera Cih Ji Bo Çandê (Kultur Için Alan) ji bo projeyên dîtbarî û pêşandanê mekan û fînansoriyê dike û herwiha derfetê dide hunermend û saziyên herêmî da ku xwe bi pêş bixin û kar bikin. Herwiha ev bizav bi hevkarên xwe yên li Tirkiyê û Ewropayê xebatan dimeşîne û li herêmên projeyan bernameyên berfireh birêve dibe.

About Mewlûd Oguz

Journalist, edîtor & blogger: Mewlûd Oguz, di sala 1987’an de li navçeya Heskîfê ya Batmanê ji dayik bûye. Di beşên dîrok û edebiyatê de perwerdehî dîtiye. Di kovar, rojname û malperên înternetê de helbest, kurteçîrok, werger û hevpeyvînên wî weşiyane. Di navbera salên 2017 û 2018’an de li beşa kurdî ya Ajansa Nûçeyan a Spûtnîkê weke edîtor xebitiye. Edîtoriya kovara muzîka kurdî Ziryabê dike û ji bo Nûçexaneyê nûçeyên çand, huner û edebiyatê amade dike. E-MAIL: oguzmevlut@gmail.com

Check Also

Welatê ku înterneta herî bilez bikar tîne kîjan e?

Ajansa nûçeyan a Koreyê Yonhapê encamên rapirsîna derbarê lezbûna înternetê de eşkere kir. Li gor …