Breaking News

Li Stenbolê şeva rapbêjên kurd tê lidarxistin

Hejmarek rapbêjên kurd li Stenbolê di çarçoveya bernameyeke taybet a bi navê Şeva Repa Kurdî dicivin û hunera xwe pêşkêş dikin.

Rapbêjên kurd 21’ê Cotmehê saet 8’ê êvarê, bi bernameyeke taybet, li mekanê bi navê Cemiyet a li Beyoglu ya Stenbolê, dicivin û û stran û hunerên xwe pêşkêş dikin.

Birêvebirê Bernameyê rapbêj Xem ji Nûçexaneyê re dikar kir ku, di bernameya Kurdish Rap Night (Şeva Repa Kurdî) de hunermendên ciwan ê rapa kurdî yên weke Tolhildan, Xem, Ronî Artîn, DJ Mo-Mat û Reqso stranên xwe bibêjin.

Herwiha Adar, Jiwar, Direwş Koçer, Kurdoo, jî dê wê şevê derkevin ser dikê. Rapbêjê tirk, Patron jî ji bo piştgiriya rapbêjên kurd dê amade be. Di şeva rapbêjan de pêşkêşvaniya şevê Instagramer Deno dike.

Rapbêj Xem ku di heman demê de birêvebirê şevê ye herwiha ji Nûçexaneyê re got ku rapbêjên Kurd ên weke Serhedo, Şerîf Omerî û Rêzan jî bo şevê hatine vexwendin lê ji ber rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê tev li bernameyê nebûne.

Ji aliyê din ve hêjayî gotinê ye ku rapbêj Dezz Deniz jî ji ber ku di demek nêz de zarokeke wê çêbûye, nikare tev li bernameyê bibe.

https://www.youtube.com/watch?v=8oNk3ov4Hdk&feature=youtu.be

About Mewlûd Oguz

Journalist, edîtor & blogger: Mewlûd Oguz, di sala 1987’an de li navçeya Heskîfê ya Batmanê ji dayik bûye. Di beşên dîrok û edebiyatê de perwerdehî dîtiye. Di kovar, rojname û malperên înternetê de helbest, kurteçîrok, werger û hevpeyvînên wî weşiyane. Di navbera salên 2017 û 2018’an de li beşa kurdî ya Ajansa Nûçeyan a Spûtnîkê weke edîtor xebitiye. Edîtoriya kovara muzîka kurdî Ziryabê dike û ji bo Nûçexaneyê nûçeyên çand, huner û edebiyatê amade dike. E-MAIL: oguzmevlut@gmail.com

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …