Breaking News
Fersite-Chalak-Wan

Li Wanê çalakiya nîşandana kurtefîlmên kurdî û gotûbêj

Chalak Events 13’ê Berfanbarê Saet 18:30’an li Wanê bi beşdariya derhêner Akam Abdullah nîşandana kurtefîlmên Ferîşte û Nêçîrvanê Xerab lidar dixe.

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bi organîzatoriya Chalak Events-Wanê 13’ê Berfanbara 2018’an saet 18:30’an bi beşdariya derhênerê kurd Akam Abdullah nîşandana kurtefîlmên ‘Ferîşte’ û ‘Nêçîrvanê Xerab’ tê lidarxistin.

Hat diyarkirin ku piştî nîşandana kurtefîlman bername dê bi gotûbêja derhêner Akam Abdullah ya li ser sînemaya kurdî û fîlman berdewam bike.

Ji bo agahiyên zêdetir li vir bitikînin: https://tr-tr.facebook.com/events/766988696969078/

 

Akam Abdullah
Akam Abdullah

 

AKAM ABDULLAH KÎ YE?

Akam Abdullah ji paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê ye û di heman demê de di rêveberiya sînemayê ya hikûmetê de karmend e. Abdullah niha li Zanîngeha Wanê ya Yuzuncuyilê (YYU) di beşa kurdî de lîsansa bilind (master) dike.

 

Şehîm Omer Xelîfe
Şehîm Omer Xelîfe

 

ŞEHÎM OMER XELÎFE KÎ YE?

Şehîm Omer Xelîfe di sala 1980’yî de li gundê Zaxoyê yê bi navê Derkarê çêbû. Li dibistana hunerê ya Saint Lukas a li paytexta Belçîkayê Brukselê di beşa sînemayê de master kiriye. Xelîfe bi fîlmên xwe yên metrajkin ên weke ‘Messi Bagdat’, ‘Welatî Palawanan’ (Welatê Pêlewanan), ‘Nêçîrvanê Xirab’ û ‘Zagros’ çendîn xelat wergirtine. Xelîfe ev 16 sal e li bajarê Belçîkayê yê bi navê Lovniyê dijî.

 

 

About Mewlûd Oguz

Journalist, edîtor & blogger: Mewlûd Oguz, di sala 1987’an de li navçeya Heskîfê ya Batmanê ji dayik bûye. Di beşên dîrok û edebiyatê de perwerdehî dîtiye. Di kovar, rojname û malperên înternetê de helbest, kurteçîrok, werger û hevpeyvînên wî weşiyane. Di navbera salên 2017 û 2018’an de li beşa kurdî ya Ajansa Nûçeyan a Spûtnîkê weke edîtor xebitiye. Edîtoriya kovara muzîka kurdî Ziryabê dike û ji bo Nûçexaneyê nûçeyên çand, huner û edebiyatê amade dike. E-MAIL: oguzmevlut@gmail.com

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …