Breaking News

Mamê Îbrehîm di 83’ê saliya xwe de fêrî kurdî bû

Kalê 83’ê salî Ibrehîm Ebdo Eyo hesreta xwe ku di ciwaniya xwe nikarîbû pêk bîne di pêngava şoreşê de karîbû wekî şagirtekî tevlî perwerdeya zimanê kurdî bibe û fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bû.

Mamê Ibrehîm ji niştecihên taxa Til Hecer a Hesekê ye. Çend meh berê navenda Saziya Zimanê Kurdî li nêzî mala wî vebû. Mamê Ibrehîm bi vê yekê kêfxweş bû û ji mamosteyan xwest ku tevlî dewreyên perwerdeyê bibe. Mamê Ibrehîm ku zimanê erebî jî ne dizanîbû bixwîne tevlî ciwanan bû û dest bi perwerdeya zimanê kurdî kir. Mamê Ibrehîm qonaxa yekem xelas kir û bi vê yekê fêrî hemû tîpên zimanê kurdî bû. Di qonaxa 9 mehan de Mamê Ibrehîm karîbû ji nexwendewariyê xilas be dest bi xwendin û nivîsandinê kir.  Li ser vê mijarê Mamê Ibrehîmê ku guhê wî giran bûye diyar kir ku dengê ku ew bibhîze dê binivîse û got: “Ez dixwazim ku hinek hevokan ji min re bibêjin û ez binivsînim, an jî ji min re bibêjin ez bixwînim. Ez bi vê yekê pir kêfxweş dibim”

‘Ji lawaziya zimanê kurdî em berpirsyar in’

Li ser pirsa zehmetiyên tu pêre rû bi rû dima çi ne, Mamê Ibrehîm destnîşankir ku wî ji xwe pirsyar kiriye gelo çima zimanê firnsiya, ereban û tirkan baş e û yê kurdan lawaz e û got: “Hemû kesên din bi zimanê xwe dizanin bixwînin û binivisînin, Em nizanin zimanê xwe, wê demê em berpirsyar in ku zimanê me lawaz e. Eger nifşên me yên pêş xwe fêrî zimanê xwe kiribana, me jî xwe fêr kiriba wê demê me dê baş bi zimanê xwe bixwenda û îro zarokên kurdan jî zehmetî ne dikşanin û dê bi hêsanî fêrî zimanê xwe bibana. Me ji zimanê xwe re tiştek ne kiriye.” Mamê Ibrehîm piştî ku nas kir ku ziman ji ber wan lawaz e û dît ku nifşên kurdan ên nû li benda tu kesî namînin, wî jî xwest ku xwe fêrî zimên bike û li ser vî esasî tevlî dewreyan bû û xwe fêrî zimanê dayîka xwe kir.

‘Min di perwerdeyê de zehmetî nekişand

Derbarê zehmetiyên temen de Mamê Ibrehîm got ku wî tu zehmetî di perwerdeyê de nekişand û da zanîn ku Xweda jî pêr alîkar bû ku di vî temenî de xwe fêrî zimanê xwe bike. Mamê Ibrehîm dibêje ku wî îsbat kiriye ku teman nabe zehmetî li pêşiya perwerdeya bi kurdî û bang li hemû kurdan kir ku xwe fêrî zimanê kurdî bikin û di pêşxistina ziman de cihê xwe bigirin.

Mamê Ibrehîm derbarê ezmûnên xwe de dibêje wî qebûl nekiriye ku bê ezmûn bawername bistîne û got: “Min ji mamosteyên xwe re got ez divê alîkariyê bi min re nekirin û ezmûna min wekî yên din pêk bîne û ji min re bibêjin da ku ez bixwînim û binivîsim. Mamosteyên min ezmûn ji min re çêkirin û ez bi ser ketim.”

Mamê Ibrehîm got ku piştî perwerdeya zimanê kurdî ew êdî bi kurdî dixwîne dinivsîne û got: “Dema ku ez pirtûkekê dibînin ez dizanim ya çi ye, ez nûçeyan li ser ekranê televizyonê jî dixwînim. Xwezî min ji zûve xwe fêrî zimanê xwe kiribaya.” ANHA – Hasekê

About nucexane

Check Also

Aynûr Dogan berendama Xelata Baştirîn Stêrka Îlhambexş a Salê ye

Zanîngeha DeuPauw di nava berendamên “Xelata Stêrka Îlhambexş a Sala 2018’an” de hunermenda kurd Aynûr …