Breaking News

Nav û wêneyên terorîstên êrîşa Kerkukê

Rêveberiya Dijî Terorê ya bi ser Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve di operasyonekê de hejmarek terorîstên DAIŞê li Kerkûkê destgîrkirin.

Encmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê girtina wan çekdarên DAIŞê de daxuyaniyek belav kir û nav û wêneyên wan terorîstan weşand.kerkuk terorist

Deqa daxuyaniya Roja Duşemê:

Di berdewamiya operasyonên Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, jibo eşkerekirin û destgîrkirina encamder û alîkarên êrîşa çekdarên DAIŞê ya roja Îna borî bo ser bajarê Kerkûkê.

Destê sibeha îro 24 Cotmehê, di operasyonek taybet de Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve û bi alîkariya Rêveberiya Asayişa Kerkûkê karîbûn 5 terorîstan di nav bajarê Kerkûkê de destgîrbikin, bi navên:

“Wîsam Mehmûd Mihemed Selîm tê nasîn bi navê Ebû Wedah, Merwan Fîsel Mihemed Selîm, Emar Fêsel Mihemed Selîm, Raed Fêsel Mihemed Slîm û Ebid Fêsel Mihemed Selîm ku alîkariya çekdarên DAIŞê kiribûn di êrîşa wan ya roja Înê rêkeftî 21 Cotmeha 2016 de bo ser bajarê Kerkûkê.

Di encamê lêkolîn û zaniyariyên istixbaratî derket ku, birayekî têrorîstê destgîrkirî Ebû Wecah bi navê Selam Mehmûd Mihemed Selîm Beyatî ku tê nasîn bi navê Ebû Qedama yek bû ji serkirdeyên DAIŞê li Hewîca û berpirsê çekdarên DAIŞê yên ku êrîşî bajarê Kerkûkê kirin, jiber navborî berî niha li Kerkûkê jiya bû, lewma bibû rêpêşanderê çekdarên DAIŞê di êrîşa wan de bo ser bajêr, di hema demê de erkê destbiserkirina avahiya parêzgeha Kerkûkê li ser wî bû.

Piştî têkşikandina êrîşa ser bajarê Kerkûkê, terorîstê navborî xwe di nav çemê Xase de veşartibû, li gorî zaniyariyên istixbaratî cihê veşartina wî hat eşkere kirin û di operasyonekê de ji aliyê rêveberiya asayişa Kerkûkê, îro êvarî Ebû Qedama hat dorpêçkirin û piştre hat kuştin.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê
24.10.2016

About nucexane

Check Also

Futbolîzê Kurd wê di tîma milî ya Swêd de bilîze

Futbolîzê Kurd Delaho Îrandost ê 22 salî ji bo tîma milî ya Swêd hat vexwendin. …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.