Breaking News
nçm-mkm
nçm-mkm

NÇM 27 saliya xwe bi çalakiyekê pîroz dike

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) 27’emîn salvegera xwe bi çalakiyekê pîroz dike.

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) 9’ê Berfanbarê roja Şemiyê li Navenda Pêşandanê ya Bostanciyê bi dirûşmeya ‘Bi hev re’  û bi çalakiyekê 27’emîn salvegera xwe pîroz dike.

Çalakiya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dê li Navenda Hunerê ya Bostanciyê (Istanbul Bostancı Gosteri Merkezi) pêk were û di şevê de tevî stranbêjan, dê komên şanoyê û yên dansê jî derkevin ser dikê û perfromansên xwe nîşan bidin.

Hat zanîn ku di çalakiya pîrozkirinê de ev nav û kom dê amade bibin:

Mizgîn Tahir, Yelda Ebbasî, Ferhat Tunç, Mezopotamya Dans, Teatra Jiyana Nû, Mezopotamya Sinema, KAYY-DER, Halk Dansları, Koma Dilan, Dengbêj, Rûken Yılmaz, Nurcan Degirmenci, Koma Çiya, Serhat Kural, Koma GulÊn Xerzan, Weysî Ermiş, Deniz Esmer, Talat Yeşil, Nurhak Kilagoz, Arhat û Ferit Elalmış.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku demek berê hunermenda kurd Yelda Ebbasî ku ji bo ku beşdarî salvegera NÇM’ê bibe hatibû Tirkiye û li Balafirgeha Ataturkê hat binçavkirin. Hunermend Ebbasî piştî ku îfade dabû hatibû berdan.

 

About Mewlûd Oguz

Journalist, edîtor & blogger: Mewlûd Oguz, di sala 1987’an de li navçeya Heskîfê ya Batmanê ji dayik bûye. Di beşên dîrok û edebiyatê de perwerdehî dîtiye. Di kovar, rojname û malperên înternetê de helbest, kurteçîrok, werger û hevpeyvînên wî weşiyane. Di navbera salên 2017 û 2018’an de li beşa kurdî ya Ajansa Nûçeyan a Spûtnîkê weke edîtor xebitiye. Edîtoriya kovara muzîka kurdî Ziryabê dike û ji bo Nûçexaneyê nûçeyên çand, huner û edebiyatê amade dike. E-MAIL: oguzmevlut@gmail.com

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …