Breaking News

Newroza Amedê…

Jibo ku beşdarê pîrozbahîyan bibin ji çar alîyên cîhanê 600 nûnerên partî û rêxistinên sivîl hatibûn. Ji Başûrê Kurdistanê 170 mêvan hatibûn.

Di bernama Newrozê de Parlamentera BDPê ya îdirê Pervin Buldan nameya Abdullah Ocalan xwend. Rêberê PKKê destnîşan dike ew çawa ku di şer de wêrek bûn, di aşitîyê de jî wêrek in. Lê divê Tirkiye biryar bide ka yê bi derbeyan an bi demokrasiye rêya xwe dewam bike.

Ocalan pengava Osloyê, qetliama Parîsê û Operasyonên KCKê ji weke êrîşên ser rêya aşitîyê binav dike. Ew dibêje heta neha pêvajo di asta diyalogê de bû û ev ast têr nake jibo aşitîyê. Herwiha dide xuyakirin çarçoveyek qanûnî jibo dewamîya pêvajoyê şert e. Birêz Ocalan diyar dike hikûmetê xwe ji gavên qanûnî dûr xistiye û aşitî ne jibo hikumetê ye, jibo hemî gelen Kurdistan, Mezopotamya û Anadoluyê ye.

Serokê KCK Cemil Bayik jî bi dengê tomarkirî peyamek hinart û got AKP hertiştî dike qurbanê. hilbijartinê. Ger pêvajo têk hare sedem AKP ye.” Herwiha destnîşan kir gelên Tirkiyê xwedî li pêvajoyê derneketin. Hatice Kamer / Dengê Amerîka

Jibo guhdarîkirina Raporê vê girêdanê bişopînin…

About nucexane

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …