Breaking News

Peyama Serok Barzanî ya Newrozê

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî Newroz bi peyamekê pîroz kir. Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser Kurdistan ligel hemû astengan jî serdikevê û zêdetir pêşketinê bi xwe ve tîne.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê

Pir bi dil pîrozbahiya cejna neteweyî ya newrozê li we dikim. Hêvîdarim her dem li xweşî û bexteweriyê da bin. Pîrozbahiyê li hemû takekî Kurd û malbata serbilindê şehîdên rêya azadiya Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman dikim.

Newroz ji bo me hemûyan wateya serkeftin û hêvî û destpêkekî nû dide. Gelê me li rêya xebat û azadîxwaziyê da gelek êş û jan kişandiye û qurbaniyên bê hejmar daye. Dixwazim ji wê yekê bawer bin ku xebat û qurbanîdana we bi vala naçe û paşarojeke geş li benda Kurdistanê dike. Baweriya min bi hêz û şiyan û xweragiriya we yên serbilind heye û bi palpiştiya xwedayê mezin û we yên azîz, Kurdistan li ser hemû astengan da serdikevê û zêdetir pêşketinê bi xwe ve dibîne.

Li vê helkefta neteweyiyê da daxwaz ji hemû aliyek dikim hewla kûrtirkirina yekrêzî û tebayî û çanda pêkvejiyan û aştîxwaziyê da bin. Em pêkve bihêzîn, pêkve serdikevîn û pêkve welatê xwe pêş dixîn. Daxwaz jî li hemwelatiyên xweşdivî dikim li şadî û seyranên xwe da tika dikim jîngeh û ciwanî û xwezaya Kurdistanê biparêzin.

Newroza we pîroz

Her bijîn li xêr û şadiyê da

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20.03.2014

About nucexane

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …