Breaking News

Rojîn: Pêdivîya Kurdan Bi Muzîk û Çanda Populer Heye

Hunermenda Kurd Rojîn, behsa albuma xwe ya nû ku tê çaverê kirin li demek pêş derkeve dike û rewşa muzîka Kurdî dinirxîne.

Rojîn ji Dengê Amerîka re dide zanîn, di albuma nû de ji 10 stranan 2 jê bi soranî ne.
Ew dibêje, jibo fêrbûn û pêşketina zimanê Kurdî li nav ciwanan pêdivî bi çand û muzîka populer heye ku ew jî bi rêya hunerê dikare pêk were.

Hunermenda Kurd behsa bernameya TRT Şeş’ê ku wê pêşkêş dikir jî dike ku dibêje, “her çiqas karê xwe bi kesên Kurdî baş nizanin dikirin jî niha rewş ji berê baştir e.”
Rojîn balê dikişîne ser ku li nav civaka Kurd hê jî muzîka klasîk û dengbêjî li pêş e, lê meyla ciwanên Kurd ber bi muzîk û hunera modern ve diçe.

Ew hêvî dike, bêyî dûrbûna ji Kurdî muzîk û çandeke populer ya paqij ji ciwanên Kurd re were pêşkêş kirin. Salih Turan / Dengê Amerîka Voa Kurdish

Hevpeyivin digel Rojîn Deng

About nucexane

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …