Breaking News

Sazîya Zimanê Kurdî Roja Zimanê Dayikê Pîroz Kir

Kordînasyona Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Rojavayê Kurdistanê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû gelên cîhanê û gelê kurd pîroz kir û  bang li hemû kesî kir ku di 20’ê Sibatê de tevlî çalakiyên ziman bibin.

SZK’ê derbarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya ku roja ziman li hemû gelan hate pîrozkirin wiha ye:

“Roja 21’ê Sibatê roja zimanê zikmakî ya navneteweyî ye. Roja têkoşîn û parastina mafê zimanê zikmakî ye. Roja li hemberî rejîmên desthilatdar, dagirker û bişivîner bi pêşengiya xwendekarên zanîngehê bi daxwaza zimanê zikmakî berxwedan û serhildana gelê Bengalî ye.  Di wê rojê de 11 xwendekar ji hêla rejîma dagirker ve bi avayekî hovane hatin qetilkirin. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî UNESCO’yê, di sala 1999’an de, ew roj weke roja zimanê zikamakî ya navneteweyî ragihand.

Gelê kurd ê birûmet jî ji bo parastin û danepejirandina ziman û nasnameya xwe bi sadan sale bi taybet jî ev 40 sale di bin pêşengiya tevgera azadiyê de di nava berxwedan û têkoşîneke bêhempa de ye. Di vê berxwedanê de gelê me pir êş û azar kêşan. Bi hezaran bedelên bê hempa bi taybet jî di vê dema Şoreşa Rojava de bi sedan bedelên pir giranbuha dan.  Wan leheng û pakrewanan ji bo parastina rûmet, ziman û nasnameya me bê dudilî, bi ruhek fedayane, bi eniyek vekirî û serbilindî canê xwe feda kirin û em gihandîn deriyê azadiyê. Îro em deyndarên wan pakrewanan in. li çand, ziman û nasnameya xwe, li nirxên ku wan bi can û xwîna  xwe avakirîn xwedî derketin li wan xwedî derketin e. Lewre ziman, nasname, hiş û bîra civakî ya gelan e. “Ziman, hêmanê serekê yê pêşxistin û pêşvebirina civakîbûnê ye. Sedema hebûna mirov, çand û civaka ne. Li zimanê xwe, li çanda xwe xwedî derketin pêwîstîya mirovbûnê ye. Yê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve li tu tiştekî xwedî dernakeve.”

 Di vê çarçoveyê de em wek Saziya Zimanê Kurdî roja zimanê zikmakî li hemû gelên cîhanê, bi taybet jî li gelê kurd ê cefakêş û berxwedêr  pîroz dikîn. Em bang li hemû gelê xwe dikîn da ku di 20’ê Sibatê de tevlî çalakiyên ziman ên bi şiara ‘Zimanê dayikê bi perwerdeya azad mîsogeriya netewa demokratîk e’ tên lidarxistin bibinû li hemberî sistema qetilkirina zimanê dayikê têkoşîna xwe bilind bikin.” ANHA

About nucexane

Check Also

Aynûr Dogan berendama Xelata Baştirîn Stêrka Îlhambexş a Salê ye

Zanîngeha DeuPauw di nava berendamên “Xelata Stêrka Îlhambexş a Sala 2018’an” de hunermenda kurd Aynûr …