Breaking News

Serlêdana Fîlman ji bo Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê dest pê kir

Serlêdanên 9’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ku îsal di navbera 13 û 22’yê meha Sermawezê de tê lidarxistin dest pê kirin.

Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê ji sala 2001’an ve dest bi xebata xwe kiriye û ji aliyê dilxwazan ve tê meşandin.

Festîval her wiha yekemîn festîvala li derveyî Kurdistanê ye ku çavkaniyeke girîng e ji bo sînemaya Kurdî.

Di daxuyaniya desteya rêvebiriya festîvalê de tê gotin, “Di demeke ku hebûn û çanda gelê Kurd û gelên Rojhilata navîn di bin xetereyeke mezin de ye Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê carek din xwe amade dike ku filmên Kurdî yên li hawîrdorê cîhanê û Kurdistanê hatin kişandin li hev kom bike û festîvaleke xurt û tijî li dar bixe.” 

vcüüAgahiyên ji bo beşdariya Festîvalê: 

Festîvala îsal dê bi komxebat, panel û gotûbêjên li ser sînemaya Kurdî were dewlemend kirin.

Jiber rewşa dawî ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn, festîvala me dê di beşekê de bi taybetî balê bikişîne ser berxwedana dîrokî ya Rojava û Başûrê Kurdistanê li hember Daîş´ê û trajediya li wir derketî holê.

Fetsîval dê bi seremoniya galaya vekirinê, mûzîk, xwarin û govenda Kurdî û galaya filmê vekirinê dest pê bike û heft rojan li sînemaya Hacney Picture House berdewam bike. Di roja heftemîn ya festîvalê de merasîma xelatdayînê were li darxistin û jibo du rojan festîval dê li sînemayeke cûda berdewam bike.

Pîvan û kategoriyên serlêdana fîlman Filmên metraj dirêj, belgefilm û Kurtefilmên jibo 5´emîn pêşbirka kurtefilman ya Yilmaz Guney hatine diyar kirin.

Derhêner û çêkerên fîlmên Kurdî dikarin heta 01-06-2015´na ji bo pêşandan û beşdariya pêşbirkê serlêdana fîlmên xwe bikin.

Jibo bêhtir agahî û hûn çawa dikarin filmê xwe pêşkêşî festîvalê bikin, biçin malpera festîvalê: www.lkff.co.uk

Jibo hemû pirsên di derbarê sponsorî, şîrîktayî û dilxwaziya festîvalê, ji kerema xwe re ji lkff2001@gmail.com binivîsin.

Têkiliya Çapemeniyê: 07506702697

About nucexane

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …