Breaking News

Serokê Beşa Kurdulojîyê Kadrî Yildirim ji YOK’ê re helwest nîşan da

Nûçexane – Saziya Hîndekariya Bilind (YOK), 500 xwendekarên Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artukluyê mexdûr kirin. Dekanê Beşa Zimanên li ber Tunebûnê ya Zanîngeha Artukluyê Dr. KadrîYildirim banga bihîstyariyê kir. Kadrî Yildirim, her wiha li dijî helwesta neyînî ya YOK’ê derket û got, “Wê demê em ê hin tiştên din ku heta niha nehatine gotin jî bêjin.”

Dekanê Beşa Zimanên li ber Tunebûnê ya Zanîngeha Artukluyê Dr. Kadrî Yildirim der barê mijarê de agahî da Rûdawê. Yildirim, da zanîn ku ji destpêkê ve YOK’ê li hemberî Beşa Zimanên li ber Tunebûnê ya Zanîngeha Artukluyê ku wekî beşa kurdolojiyê tê zanîn, helwesteke ji ya li hemberî zanîngehên din cudatir nîşan daye û wiha got: “Li hemberî Beşa Kurdolojiyê ya Artukluyê helwestek cuda heye. Kadroya herî xurt, a me ye. Em ne di bin kontrol û bandora kesî de ne. Em li gorî pêwîstiyên ziman û wêjeya kurdî tevdigerin. Ev jî ji bo hin derdoran lazim nîne. Ew Kurdolojiyek li gorî xwe bikin. Em dixwazin xebatên akademîk ên bê alî yên di bin bandora kesî de nebe, bimeşînin.”

500 xwendekar mexdûr bûn

Yildirim diyar kir ku 10 roj qewl dane YOK’ê, hêj kesî bersiv nedaye wan lê texmîn dikin ku roja duşemê bersiveke bigirin.Yildirim destnîşan kir ku sedema vê aloziyê YOK e û pirsgirêkê wiha bi lêv kir: “YOK’ê di aliyê kontenjanê û formasyonê de astengî derxist. Kontenjanê ji 500’î daxist 250’î, ên ku formasyona wan a mamostetiyê tune, nade. Em dixwazin mexdûriyeta 500 xwendekaran ji holê rakin. Rûmeta wan, rûmeta me ye.” Yildirim destnîşan kir ku dema daxwazên wan pêk neyên, dê xwe bi tevahî xwe ji vê pêvajoyê vekişînin û wiha pê de çû: “Wê demê em ê hin tiştên din ku heta niha nehatine gotin jî bêjin.”

Helwesta xwe nîşan bidin

Yildirim bang li xwendekarên mexdûr bûne jî kir û wiha got: “Dikarin ji rojnameyên netewî, malperên kurdî yên înternetê re binvîsin, peyaman bişînin, e-mailan bişînin. Bi vê riyê helwesta xwe ji YOK’ê, Wezaretê û mekanîzmaya siyasî re ragihînin da ku ev pêkanîn biguhere. Em dixwazin ku em van 500 ciwanên xwe bi awayekî baş bi zanistî û akademîk salek perwerde bikin. Yên ku formasyonên wan tune formasyon ji wan re bê dayîn. Qet nebe rê li ber wan vebe. Bi awayekî bi rêk û pêk perwerdehiya ziman û çandê bidin. Bila ev kar nekeve destê mirovên ne ehlê vê xebatê ne. Bila vê valahiyê tije bikin.”

Banga bihîstyariyê

Yildirim xwest ku hemû derdorên wekî zimanzan, siyasetmedar bi her awayî xwedî li vê pêvajoyê derkevin, piştgiriyê bidin wan. Rûdaw

About editor

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …