Breaking News

Tabloya Destana Kobanê Çêkir

Hunermendekî Şêwekar tabloyeke hunerî bi navê Tabloya Destana Kobanê çêkiriye û pêşkêşî şervan û Pêşmergeyên li Kobanê û Başûrê Kurdistanê dike.

Hunermendê şêwekar Bijar Hemdî derbarê navê tabloya xwe ya bi navê Tabloya Destana Kobanê ji BasNewsê re got:

هونه‌رمه‌ند-650x3201-650x320

“Piştî destpêkirina êrîşên hêzên tarîk ku navdarin bi DAIŞ bo ser axa pîroza Kurdistanê li navçeyên Şingal û cihên din, min bi dilgermî û bi berdewamî bi wan hewilan agahdarbûn, ji metirsiyên mezinên li ser axa pîroza me û çiqas Kurd wê berevaniya wan êrîşan bikin û taybet êrîşên bo ser bajarê Kobanê li Rojavayê Kurdistanê, rûbirûbûn û berxwedana gelê Kurd li wê navçeyê, vêna bandorek pir li ser min kir û min hezkir derbirînê bi hestên xwe bo gelê me bi giştî û bo lehengiyên ku li Kobanê hatine kirin bi jin û mêran ve bi taybetî karekî bikim“.

Wek tê zanîn Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û şervanên Kurd rûbirûyî çekdarên terorîstên DAIŞ`ê bûne û heyama çend mehin bi dirêjahiya hezar û 500 kîlometran ji sînorê navçeya Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê û heta sînorê Celewa yê li başûrê Kurdistanê, hejmareke pir ji Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û şervanên YPG di wan rûbirûbûnan de şehîdbûne. BasHerwiha Bijar weha axifî:“Ji ber ku ez li dereveyî welatim desthilata min tuneye ku, bikaribim alîkariyekê pêşkêş bikim ji bilî hunerê min, lewra min biryar da ku bi çêkirina tabloyekî wek panorameyekê be, ji bo ku hemû bûyerên dil bi êş ku qewimîne û ew lehengiya şervanan û pêşmergeyan li Kobanê kirine li xwe bigre“.

About nucexane

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …