Breaking News

Tag Archives: avesta

Avestayê bi kokteylekê cihê xwe yê nû vekir

Avesta

Weşanxaneya Avestayê li navçeya Beyoglu ya Stenbolê bi kokteylekê cihê xwe yê nû vekir û ji xwendekaran re got merheba. Îro roja şemiyê (22.12.2018) yek ji weşanxaneya herî mezin û girîng a kurdî, Avestayê li Stenbolê cihê xwe yê nû bi kokteylekê vekir. Di kokteyla vekirinê de tevî nivîskar û xwendekarên Avestayê gelek nivîskar, şa’ir, hunermend, siyasetmedar, rojnameger, blogger û …

Read More »

Zanîngeha Rojava kengî dest bi perwerdê dike?

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi navê Rojava Universty zanîgehekê vedike. Desteya perwerdeyê ya rêveberiya xweser ku li herêma Cizîrê ye ragihand, li bajarê Amûdê yekemîn zanîngeha herêmê tê ava kirin ku navenda wê dê bajarê Qamişlo be û nav jî Zanîngeha Rojava be. Zanîngeh li destpêkê wê ji 4 zankoyan/fakulteyan pêk bê: 1- Beşa dermankirina mirovî û Tib a …

Read More »

Dewlet bi operasyonên dijwar Kurdan dike yek

Roj bi roj şerê li Bakurê Kurdistanê ku bi hinceta vedana xendekan li hin navçeyan dest pê kiribû dijwartir dibe. Bi qasî hejmara birîndar û qetilkirina Kurdên sivîl ku ji ber operasyonên hêzên dewletê zêde dibe, hejmareke zêde leşker û polîs jî ji aliyê şervanên Kurd yên li wan bajaran bi cî bûne ve têne kuştin. Bi taybetî li navçeya …

Read More »

Fitûya Seyr Li Tirkiyê Bû Mijara Niqaşê!

Li ser malpera dezgeha olî ya Tirkiyê fitûyeke wisa hate belavkirin ku herkes ecêbmayî bû. Li gor medya Tirkiyê welatiyekî pirsek li ser xeta şêwrê kiriye û di bersivê de hatiye gotin ku ‘Bav dikare bi awayê cinsî hezê ji keça xwe jî bistîne û ev jî ne heram e.’ Ev bersiv jî bi kitêbên olî hatiye piştrastkirin. Hêjayî gotinê …

Read More »

Platforma Fîlm û Rêzefîlman Netflix Tê 130 Welatên Din

Platforma fîlmên sînema û rêzefilman  Netflix ku li 60 welatan li ser înternetê xizmetê dide biryar stand li 130 welatên din dest bi weşanê bike. Netflix platformeke înternetê ya temaşekirina fîlman e ku li sala 2007an li Amerîkayê wek kompaniyeke kirêkirina DVDyan dest bi kar kiriye û niha 70 milyon bikir û şopînerên wê hene. Biryara belavbûn û berfirehkirina bergeha  Netflix’ê …

Read More »

Li Kobanê Darên Zeytûnan Têne Çandin

Bi daketina asta ava baranaê û zuhabûna ava bîran re, encam û sûda çandiniya zeviyan li herêma Kobanî kêm bûn, ji ber wê û ji bo parastina zeviyan ji zuhabûnê, milet berê xwe da çandiniya darên zeytûnan û ji nû ve xak û zeviyên xwe bi zeytûnan şîn dikin. Welatiyekî Gundê Kulîlkê Imer Kamil:Baran kêm bûne, salne mewsim zeîf tê, …

Read More »

Gates: Em bi çavekî dostane li Herêma Kurdistanê dinêrin

Hewlêr, 8 Nîsan (AKnews) – Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Robert Gates, di serdana Hewlêrê de, got, “Washington bi çavekî dostane li Herêma Kurdistanê dinêre.” Li gorî nûçeya malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Wezîrê Parastina DYAyê Robert Gates, îro ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin. Li gorî nûçeyê, di hevdîtinê de, rewşa Iraqê piştî vekişîna hêzên …

Read More »

Jiyan Bi Kurdî Xweş e

Zimanê Kurdî   Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e Zimanê Kurdî   Bi xweş awaz e, letîf û naz e Zimanê Kurdî   Beyta Feqî ye, kubra Xanî ye Zimanê Kurdî   Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e Zimanê Kurdî   Kewkeb çiya ne, kubra teyra ne Zimanê Kurdî..     Helbest: Seydayê Cegerxwîn …

Read More »

Yekem helbesta kurdî

Di salên 1800 de li gundê Hezarmerd ê bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê helbesta “Hurmizgan” a li ser çerm hatî nivîsandin hat dîtin û bi awayî ew wek yekem helbesta Kurd ya nivîskî tê qebûlkirin. Yekem helbesta nivîskî a Kurdan a ku komkujiya artêşa Îslamê bi serê Kurdên Zerdeştî anî vedibêje, li gundê bi zaravayê Kurdî Hewremanî hatî hatiye nivîsandin. …

Read More »

ÇIMA NÛÇEXANE?

Nûçexane cih û warê rastnivîs û ragihandina nûçeyên kurdî ye. Nûçexane bi nûçeyên paqij û zelal we agahdar dike. Nûçexane xweser e û girêdana wê bi tu aliyan ve nîn e. Nûçexane hewl dide di rojnamevaniya kurdî de zimanê nûçeyê rast bike. Nûçexane bi rêzikên rojnamevanîya cîhanî tevdigere. Nûçexane her tim ji rexneyan re vekirî ye û ji bo şaşîyên …

Read More »