Breaking News

Tag Archives: Gotar

Hevpeyvîneke 34 sal berê ya Têmûrê Xelîl bi Qanatê Kurdo re

Têmûrê Xelîl ev hevpeyvîn sala 1982an, li mala Qanatê Kurdo (li bajarê Lênîngradê, ku navê wî niha Sankt Petersburg e) kirîye, dema Cegerxwînê Mezin hatibû mêvanîya wî û rojnamevanê kurd bi taybet ji bo bi wan ra hevpeyvîn bike çûbû wir. Ewî herwiha di eynî rojê da bi Cegerxwînê mezin ra jî hevpeyvîn kirîye. Ew ber dilê me hevpeyvînên sedsalê …

Read More »

Gotara Barzanî di Merasîma Salvegera Karesata Şingalê de (+Vîdyo)

Di merasîma Yekemîn Salvegera Karesata Şingalê (03.08.2015) de ku li bajarê Dihokê birêve çû Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî gotareke dîrokî pêşkeş kir. Barzanî soz da ku bi merdana ew ê tola êzidiyan bistînin. https://www.youtube.com/watch?v=OLktRyihzt4 Serok Barzanî li destpêka axaftina xwe de silav ji bo giyanê pakê şehîdên karesata Şingalê û wan Pêşmergeyên qehreman re şand ku bûne qurbanê bergiriya ax …

Read More »

Hêzdarbûna DAIŞ’ê û Bandora Wê (Şahînê Bekirê Soreklî)

HÊZDARÎBÛNA DA’ISHÊ Û BANDORA LI BALANSA SIYASÎ YA NAVNETEWEYÎ, HERÊMÎ Û KURDÎ – Dîtinek 1: AMERÎKA Û WELATÊN ROJAVAYÎ Hêviya Barack Obama, wek akadêmiyekî ashtîxwaz û kurê bavekî afrîkayî yê musilman û dayeke amerîkî ya bi du mêrên musilman re zewicî, ew bû ku ji dîrokê re pishtrast bike çawa wî rengê rûyê DYA di çavên cîhanê de guherand û …

Read More »

Egîd! (Devliken Kelogirî)

Egîd kî ye? Egîd, lawekî kurd e… Egîd, xortekî kurd e ku li dij hovtiya dewleta dagirker derketiye… Egîd, sembola şerê çekdarî ye… Egîd, dilsoz û canfedayê wî welatî ye ku ji her hêlê ve hatibû dagirkirin; hemû nirxên wî hatibû talankirin… Egîd, di bêdengiyê de qîrîn e! Egîd, lixwemikurhatin e… Egîd, lixwevegerandin e… Egîd, namûs e… Egîd, xîret e… …

Read More »

Civîna Yekem ya Jibo Kongreya Netewî û Gotara Serok Barzanî (+Vîdyo)

Nûçexane – Yekem civîna jibo avakirina Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd roja 22’yê Tîrmehê li Hewlêrê bi Seroktîya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêk hat. Li civînê Barzanî gotarek pêşkeş kir û daxwaz ji hemû hêzên Kurdistanê kir erka xwe ya netewî bi cî bînin. Li civîna amadekariya Kongreya Neteweyî ya Kurdî ku li havîngeha Selahedîn a Hewlêrê …

Read More »

Barzanî: Divê em hemû mînaka xweşika demokrasiyê pêşkêş bikîn

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser pesendkirina biryara dirêjkirina dema karê parlemena Kurdistanê û derbarê şanenav nekirina dirêjkirina posta Seroktîyê peyamek ragihand. Hêjayî gotinê ye Serokê Herêma Kurdistanê her ku dirêjkirina posta seroktîya xwe ji neçarî red nekir, lê îmze jî nekir û ev biryar hişt ji parlemanê re. Bi navê xwedayê mezin û dilovan Gelê xweşdiviyê …

Read More »

Peyama Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ya Li Newroza Amedê

Nûçexane – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama Newrozê ji gelê beşdarî Newrozê bûbû re şand. Ocalan di peyama xwe de diyar kir ku êdî pêvajoya şer bi dawî bûye û lazime ku bi siyaseta demokratîk pirsgirekê çareser bikin. Ocalan, da zanîn ku dem dema siyaseta demokratîk, komara demokratîk û yekîtiya demokratîk e. Ocalan anî ziman ku pêdivî dest bi …

Read More »

Çekdanîn yan lihevkirin? (Demhat Dêrikî)

Nûçexane – Nava Tirkiyê dikele! Li bakurê Kurdistanê roj bê kuştin derbaz nabe. Roj nîne ku leşker û polîs neyên kuştin çemên girî ji dilên dayîkên Tirk li ser darbestên zarokên wan nehirike…Û dayîkên Kurd jî hêsirên xwe di nava êşên zarokên xwe yên wendayî , mirî de li bin banê hêviya ku ev şer raweste diveşêrin. Lê berpirsên bilind …

Read More »

Çek danîna PKK’ê xewn e lê..! – D.Dêrikî

Nûçexane / Demhat Dêrikî – 30-35 sal in dewleta Tirkiyê bi hemû dezgeh û saziyên xwe ve siyaseteke şaş li dijî PKK’ê dide meşandin. Hikûmetên Tirkiyê, Artêşa Tirkiyê, MÎT’a Tirkiyê û bi dehan general û siyasetmedarên hatîn û çûyîn di çareserkirina pirsa Kurdî de ew çend şaşitî kirine gelek cara berê welatê Tirkî dane qeyraneke aborî û siyasî. Her di …

Read More »

Başûr û bakur…riyek ji bo yekbûnê – Mihemed Emîn Pêncwînî

Nûçexane – Buhara erebî eger em xwe jê dûr bigirin û wiha bihesibînin ku pêwendiya bahoz û guherînên buhara erebî bi me ve tune û em xwe jê dûr bigirin û wisa texmîn bikin bandorê li ser me nake, ev xwe gêjkirineke ji guherînên dîrokî ku qewimîn û hê jî diqewimin, eger bi berçavka lêkolerekî tûnisî yan misrî jî bixwînin …

Read More »

Nêçîrvan Barzanî: Ya ku li Sadiye, Celewla û Kerkûkê diqewime siyaseta erebkirinê ye

Nûçexane – Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî, di merasîma 730 enfalkirîyên devera çemçemalê de gotarek pêşkeş kir. Barzanî, destnîşan kir ku naxwazin madeya 140 bicih were û got, ‘Ya ku îro li Sadiye, Celewla û Kerkûkê diqewime, her heman siyaseta berê ya erebkirinê ye’. Li Silêmaniyê, bi amadebûna Kosret Resûl cîgirê serokê herêma Kurdistanê, Erselan Bayîz serokê parlamentoya Kurdistanê, …

Read More »

50 Salîya Pêşmergetîya Serok Barzanî Ji Devê Wî

Nûçexane – 20 ê Gulan li jiyana min da bîranîneke bi rûmete. Berî 50 sal û li rojekî wekî îro da bûme Pêşmerge. Ev bîranîn herdem ji bo min jêderê mezintirîn şanaziyê bûye. Li rêkefta 20 ê Gulana 1962 li geliya Bêxme min pêwendî bi baregeha Barzaniyê Nemir kir û bi fermî çûme nav rêzên Pêşmerge. Rewşa siyasiya berî şoreş …

Read More »

Ji rûpelên jiyana Fêrîkê Ûsif – Firîda Cewarî

Nûçexane – Sala 2011 hikûmeta Ermenîstanê dibistana gundê kurdan – Pampê (niha Sîpan) bi fermî kir ser navê helbestvanê bi nav û deng Fêrîkê Ûsiv. Fêrîkê Ûsiv. 2’ê meha mijdara sala 1934’a Ermenîstanê de, li gundê Pampa kurda (niha Sîpan) ji diya xwe bûye. Zarotiya Fêrîk li Pampê derbas bûye. Pamp perçekî xwezaya bedew e, ciyê çiya û baniya, çayîr, …

Read More »

Jerusalem Post: Serxwebûna Kurdistanê rastîyeke bê deng e û roj bi roj nêzîktir dibe

Nûçexane – Akademîsîyena navdar ya cîhanî û rêvebirê navenda lêkolînên rojhilata navîn û Afrîqa li zanîngeha Telavîv û seroka beşa karûbarê Kurdî li Israyelê dibêje, ´´herêma Kurdistanê ew qonax derbas kiriye ku aya serbixweyîya xwe rabigihîne yan na û niha axavtin li ser ewê çendê ye ku kengê serbixweyîya xwe rabigihîne.´´ Profesor ´´Ovra Bengiyo´´ pêr roja 22 evê heyvê,  di …

Read More »

Rojnamevaniya Kurdî çawa dest pê kir?

Roja 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye. Di sala 1898an de Miqdat Mîthad Bedirxan cara yekemîn li Paytexta Misir Qahîreyê rojnameyeke Kurdî ya bi navê “Kurdistan” derxist. Bedirxan, pêdivîya hebûna rojnameyeke bi kurdî wiha tîne ziman: ”Ez dizanim ku Kurd di derbarê dîroka xwe de xwedî zanîn û agahî nîn in. Ji ber vê sedemê ye ku ezê ji vir …

Read More »

Barzanî: Em bi hemû awayî piştevanîya Kurdên Sûrî dikin

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Peymangeha Washington ya Siyaseta Rojhilata Nêzîk, gotarek pêşkêş kir. Barzanî di gotara xwe de gelek babetên rojevê yên bi herêma Kurdistan û Iraqê ve têkildar rave kir û armanca xwe ya serdana Amerîkayê anî ziman. Barzanî her wiha li ser çend pirsan helwesta xwe ya ji bo çareserîya kêşaya Kurd li bakurê …

Read More »

Serok Barzanî: Li meha adarê însan nizane serxweşî yan pîrozbahî bike

Nûçexane – Gotara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Konferansa Lawên Çar Perçeyên Kurdistanê ku doh li Hewlêrê pêk hat. Bi navê xwedayê mezin û dilovan Xuşk û birayên birêz… Amadevanên birêz… Hun hemû bi xêrhatin, serçavan û serseran, Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê şanaziyê bi hebûna we dike û bestina vê kongreya girîng îro bi amadebûna hemû lawên Kurdistanê yên …

Read More »

Barzanî: Iraq a niha bi xwîna kurdan dirust bûye

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di gotara xwe ya li konferansa lawên Kurdistanê li Hewlêrê pêşkêş kir de, êrîşên tund bire ser Bexdadê û bi faşil wesif kir û weha bilêv kir: “Ew bi xwe faşilin û dixwazin Herêma Kurdistanê wek wan lê bê.” Barzanî di gotara ku îro li konferansê pêşkeş kir de got: “Ew dewleta niha …

Read More »

Kurdolog Michiel Leezenberg Konferansa Kurdî Dinirxîne

Nûçexane – Di Konferansa Netewî ya Zimanê Zikmakî ku li Diyarbekirê pêk tê de mamosteyê Zanîgeha Amsterdam’ê, Dr. Michiel Leezenberg jî bi sernavê, “Di Pêkhatina Yekîtîya Netewî de Rista Zimên” pêşkêş kir. Birêz Leezenberg di derheqê konferansê de bersîva pirsên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê da. Michiel Leezenberg dibêje, cara yekê ya ku konferasaneke dewlemend ya vî rengî tê kirin …

Read More »

Ji Serok Barzanî di salvegera Komara Mehabatê de axaftineke dîrokî (Vîdyo-Hewlêr)

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di rêwresma 66emîn salvegera damezirandina Komara Mehabat de ji beşdarên çar parçeyên Kurdistanê re li Hewlêrê axaftineke dîrokî kir. Barzanî di axaftina xwe de girîngiya Komara Mehabad ji bo kurdan anî ziman û rola rêberên dîroka Kurdistanê Qazî Muhemed, Şêx Mehmûdê Hefîd, Şêx Seîdê Pîran, Seyêd Elî Reza, Şêx Ehmed Barzanî, Şêx Ebdulselam …

Read More »

Lêkolînek nuh di warê Kurdolojî de (Dr. Ekrem Onen)

Nûçexane – Di dawiya sala 2011 de li moskowayê înstîtûta rojhilata navîn û înstîtûta rojhilatnasî ya akademîya zanistî a Rûsya yê Pirtûka Lêkolîner Dr. Nodar Mosakî ku demeke dirêje li ser xebat dikir çap kir Pirtûk di capxaneya xebatên zanistîde bi zimanê Rûsî di bin navê “”Kurdistan û pirsa Kurd di siyaseta derve ya Rûsya û welatên rojava de (salên …

Read More »

Dr. Musa Kaval: Naskirina Mafên Kurdan Wê Aramî û îstiqrarê Bîne

Nûçexane – (Dr. Musa Kaval – Gotar) ÇARESERIYA PIRSA KURDI Û GIRINGIYA JEOPOLITIKA KURDISTANÊ JIBO EWROPA DI REWŞA ENDAMITIYA TIRKIYE DE . Di destpêkê de, jibo rohnkirina vî babetî, pêwîst dibînim bi kurtî, bal  bikêşim li  ser têkiliyên Tirkiye û Ewropa.  Tirkiye li 31 07.1959 daxwaza  tikêldarî ( association)  bo Civata Aboriya Ewrope ( European Economic Community-EEC,  ku niho bûye …

Read More »

34 û 1 – (Alî Fikrî Işık)

Nûçexane – Dema çingîniya tiketika demjimêrê li ber guhê wî ket, xwest ku herdu çavên xwe veke. Hawîrdora wî bi reş û tarîtiyê hatibû rapêçan. Xwest ku destê xwe yê rastê ber bi destê çepê ve bibe û ronîya demjimêrê veke. Destê çepê kete valahîyekê. Demjimêra wî ne di milê wî de bû. Guhê xwe da erdê ku demjimêra xwe …

Read More »

Şoreşa gelê Sûriyê çawa û çima dest pê kir?

Nûçexane / Gotar: Arşevê Oskan – Piştî belavkirina nûçe û guhertinên şoreşa li Tunis û Misr û Lîbiyayê, gelê sûrî li mafên jiyanê hişiyar bû û hêz û wêrekiyek da kolana sûrî. Rêjîma ku çil salî hemû mafên jiyanê ji gel dizîbûn, êdî nema hate veşartin.. çirûska yekemîn ya şoreşa ku li Sûriyê dest pê kir, nivîsa zarokên Dereayê li …

Read More »

Kurdistan ji bo reformên li Îraq û Rojhilata Navîn girîng e

Nûçexane – Boçûna Endamê Parlamena Brîtaniya John Mcdonel derbarê siyaseta Brîtaniya ya hember Herêma Kurdistanê, zivrokeke di nava piyaleyeke çayê de ye. John ne serokê Partiya Azadîxwaz ya Brîtaniyayê ye, ew di sala 2007an de nekarî hejmareke dengan qezenc bike da ku bibe serokê wê partiyê. Navhatî weke parlamenterekî çepgirê tund tê naskirin, lê tevî vê yekê jî gelek kes …

Read More »