Breaking News

Tag Archives: kurdistan

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykerê Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî ya hunerî li nava malbateke helbestkar û zanayan de dest pê kir û serê pêşî bi wênesaziyê re elaqedar bû, pey re bi peykersaziyê re. Peykersaz û hunermendê mezin Zîyadînî Di sala 1977’an de diçe Zanîngeha Tehranê ya Hunerên Bedew. Li wir ligel mamosteyên peykersaz şîyan …

Read More »

Dîroka Kurdan serobinî hev dibe: Dehaq jî Kawa jî Kurd bû! Gelo Newroz cejna çi ye?

Nivîskar û lêkolerên Kurd li ser medya civakî nîqaşek dane destpêkirin ku agahiyên dîroka Kurdan serobinî hev dike. Îbrahîm Xelîl Baran di parvekirinên xwe de derbarê bûyera destana Newrozê û împaratoriya Medan de agahiyên balkêş belav kirin. Li gor wan agahiyan Azî Dehaq qralê kurdan e û dîsa bi destê kurdekî hatiye kuştin. Newroza destana Kawayê hesinkar ji wê bûyerê …

Read More »

‘Serxwebûn yasayî cudabûn ne yasayî ye’

Pisporê yasayî Tariq Herîb li ser gotinên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku gotibû, ‘Em daxwaza serxwebûnê dikin, ne ya cudabûnê’ axivî û got, ‘Serxwebûn yasayî ye, lê cudabûn ne yasayî ye’. Pisporê Qanûnan Tariq Herib derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û gotinên wî di kongireya rojnamevanî de ligel Serokê Hevpeymaniya Niştimanî Emar Hekîm daxuyaniyek belav kir. Tariq …

Read More »

Behrûz Ceifer: PDK ji Devera Kesk bê hêvî ye, parçebûn li ber derî ye

Pispor û vekolerê aboriya siyasî Behruz Ceifer dibêje, hinek dixwazin Herêma Kurdistanê parçe bikin û Îran jî serkêşiya wan dike. Vekolerê sîyaseta aboriya navdewletî Ceifer li ser rûpela xwe ya facebookê di analîzeke xwe de got, PDK êdî ji “Devera Kesk” bê hêvî bûye. Behrûz Ceifer, da zanîn, ‘hinek dixwazin Herêma Kurdistanê parçe bikin û du-îdaretiyê çêbikin! Helbet ev senaryo …

Read More »

Hurgilîyên Serdana Barzanî ya Fransayê

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê (SHK) hurgiliyên serdana Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî belav kir. Li gor daxuyaniya SHK’ê hevdîtin gelekî sûdewar derbas bûne û piştevaniya Fransa dê ji bo Başûrê Kurdistanê her berdewam be. Roja pênçşem 08.09.2016 li çarçêweya serdana xwe ya welatê Fransa birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Koşka Êlîze ya li bajarê Parîs kir û bi …

Read More »

Keça Kurd 11 roj in di avdestxana îstixbaratê de tê girtin

Navenda Demokratî û Mafî Mirov li Kurdistan belavkiriye ku, keça çalakvana Kurd Efsane Bayezîdî ku di heman demê de xwendekar e ev 11 roj in di avdesta îdareya istixbarata Îranê de li Ûrmiyê zindanî ye. Dayika Efsane, Emîna Derwêşî ji Navenda Demokratî û Mav Mirov re ragehandiye ku, heyamê 11 roj in Efsane di avdesta zindanî ye û li wir …

Read More »

Dibistanên FETO’yê dewrî Wezareta Perwerdê bûn

Wezîrê Perwerdehiyê yê Kurdistana Federal Piştîwan Sadiq derbarê dibistanên Cemaata Gülen de daxuyanî da. Sadiq diyar kir ku şîrketa Ronakîyê wê ji destê Cemaatê bê derxistin. Piştîwan Sadiq bi minasebeta destbikarkirina mamosteyan pîrozbahî li mamosteyan kir û li ser dibistanên FETOyê agahî dan: ‘’Wezareta Perwerdê bi alîkariya kerta taybet ve, bi heman qalîte û çawaniyê û bi taybet di asteke …

Read More »

Têbinîyên P. Avêryanov li ser şerê Rûs û rewşa Kurdan – Wergera Rûsî: Têmûrê Xelîl

Di pirtûka dîrokzanê Rûsî P. Avêryanov de ku li ser Kurdan xebat kirine rewşa Kurdan a şerê meydanî tê vegotin û li ser helwesta Rûsan a li hember Kurdan agahîyên girîng têne parve kirin. Avêryanov di pirtûkê de dibêje, divê Rûs ji Kurdan netirsin û herwiha qîmeteke zêde jî nedin wan û ber wan ve negerin, lewra Rûs kengî bixwazin dikarin wan razî …

Read More »

Barzanî: Tekane riya xweparastina Kurdan serxwebûn e

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de ragihand, ti rêyek din li hember Kurdistanê nemaye ku bikaribe xwe biparêze û ji karesat û kêşeyan rizgar bibe, tenê rêya serxwebûnê nebe. Serok Barzanî ragihand, PDK girêdayî daxwaz û vîna gel e û bo bidestxistina hêviya gelê Kurdistanê û serxwebûnê amade ye. Barzanî tekez kir, ku tekane rêya ku Kurdistan bikaribe xwe biparêz e, serxwebûn …

Read More »

Îro 70 Salîya Damezirandina PDKê ye

Partiya Demokrat a Kurdistanê di 16’ê Tebaxa sala 1946’an de ji aliyê Mele Mistefa Barzanî ve li parçeyê Başûrê Kurdistanê hate damezrandin. Niha seroke PDK’ê kurê Mele Mistefa Barzanî Mesûd Barzanî ye. Mesûd Barzanî sala damezirandina partîyê xwedê daye û niha digel PDKê 70 saliya cenabê wî ye jî. Mesud Barzanî ji bilî serokatiya PDK’ê serokê Herêma Kurdistanê ye. PDK …

Read More »

Kürdistan komandolarından bir ilk

Kürt Anti-Terör Güçleri, IŞİD’in kontrolünde bulunan bir alana operasyon yaptı. Kürt Anti-Terör Güçleri, IŞİD’in kontrolünde bulunan bir alana operasyon yaptı. Rûdaw’a konuşan Federal Kürdistan Güvenlik Ajansı’ndan (Parastın) bir kaynak, “Anti Terör’den özel bir tim, IŞİD sınırları içerisinde bir operasyon gerçekleştirdi. Kerkük’ün güneyinde bulunan Havice ilçesindeki operasyon 48 saat sürdü”dedi. Aynı kaynak, operasyonla birlikte 1’i kadın, 1’i de çocuk 2 Ezidi …

Read More »

Zanîngeha Rojava kengî dest bi perwerdê dike?

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi navê Rojava Universty zanîgehekê vedike. Desteya perwerdeyê ya rêveberiya xweser ku li herêma Cizîrê ye ragihand, li bajarê Amûdê yekemîn zanîngeha herêmê tê ava kirin ku navenda wê dê bajarê Qamişlo be û nav jî Zanîngeha Rojava be. Zanîngeh li destpêkê wê ji 4 zankoyan/fakulteyan pêk bê: 1- Beşa dermankirina mirovî û Tib a …

Read More »

Dewlet bi operasyonên dijwar Kurdan dike yek

Roj bi roj şerê li Bakurê Kurdistanê ku bi hinceta vedana xendekan li hin navçeyan dest pê kiribû dijwartir dibe. Bi qasî hejmara birîndar û qetilkirina Kurdên sivîl ku ji ber operasyonên hêzên dewletê zêde dibe, hejmareke zêde leşker û polîs jî ji aliyê şervanên Kurd yên li wan bajaran bi cî bûne ve têne kuştin. Bi taybetî li navçeya …

Read More »

Fitûya Seyr Li Tirkiyê Bû Mijara Niqaşê!

Li ser malpera dezgeha olî ya Tirkiyê fitûyeke wisa hate belavkirin ku herkes ecêbmayî bû. Li gor medya Tirkiyê welatiyekî pirsek li ser xeta şêwrê kiriye û di bersivê de hatiye gotin ku ‘Bav dikare bi awayê cinsî hezê ji keça xwe jî bistîne û ev jî ne heram e.’ Ev bersiv jî bi kitêbên olî hatiye piştrastkirin. Hêjayî gotinê …

Read More »

Platforma Fîlm û Rêzefîlman Netflix Tê 130 Welatên Din

Platforma fîlmên sînema û rêzefilman  Netflix ku li 60 welatan li ser înternetê xizmetê dide biryar stand li 130 welatên din dest bi weşanê bike. Netflix platformeke înternetê ya temaşekirina fîlman e ku li sala 2007an li Amerîkayê wek kompaniyeke kirêkirina DVDyan dest bi kar kiriye û niha 70 milyon bikir û şopînerên wê hene. Biryara belavbûn û berfirehkirina bergeha  Netflix’ê …

Read More »

Li Kobanê Darên Zeytûnan Têne Çandin

Bi daketina asta ava baranaê û zuhabûna ava bîran re, encam û sûda çandiniya zeviyan li herêma Kobanî kêm bûn, ji ber wê û ji bo parastina zeviyan ji zuhabûnê, milet berê xwe da çandiniya darên zeytûnan û ji nû ve xak û zeviyên xwe bi zeytûnan şîn dikin. Welatiyekî Gundê Kulîlkê Imer Kamil:Baran kêm bûne, salne mewsim zeîf tê, …

Read More »

Gates: Em bi çavekî dostane li Herêma Kurdistanê dinêrin

Hewlêr, 8 Nîsan (AKnews) – Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Robert Gates, di serdana Hewlêrê de, got, “Washington bi çavekî dostane li Herêma Kurdistanê dinêre.” Li gorî nûçeya malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Wezîrê Parastina DYAyê Robert Gates, îro ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin. Li gorî nûçeyê, di hevdîtinê de, rewşa Iraqê piştî vekişîna hêzên …

Read More »

Jiyan Bi Kurdî Xweş e

Zimanê Kurdî   Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e Zimanê Kurdî   Bi xweş awaz e, letîf û naz e Zimanê Kurdî   Beyta Feqî ye, kubra Xanî ye Zimanê Kurdî   Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e Zimanê Kurdî   Kewkeb çiya ne, kubra teyra ne Zimanê Kurdî..     Helbest: Seydayê Cegerxwîn …

Read More »

Yekem helbesta kurdî

Di salên 1800 de li gundê Hezarmerd ê bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê helbesta “Hurmizgan” a li ser çerm hatî nivîsandin hat dîtin û bi awayî ew wek yekem helbesta Kurd ya nivîskî tê qebûlkirin. Yekem helbesta nivîskî a Kurdan a ku komkujiya artêşa Îslamê bi serê Kurdên Zerdeştî anî vedibêje, li gundê bi zaravayê Kurdî Hewremanî hatî hatiye nivîsandin. …

Read More »

ÇIMA NÛÇEXANE?

Nûçexane cih û warê rastnivîs û ragihandina nûçeyên kurdî ye. Nûçexane bi nûçeyên paqij û zelal we agahdar dike. Nûçexane xweser e û girêdana wê bi tu aliyan ve nîn e. Nûçexane hewl dide di rojnamevaniya kurdî de zimanê nûçeyê rast bike. Nûçexane bi rêzikên rojnamevanîya cîhanî tevdigere. Nûçexane her tim ji rexneyan re vekirî ye û ji bo şaşîyên …

Read More »