Breaking News

Yekemîn Konferansa Seîd Nursî li Hewlêrê Hat Lidarxistin

Hewlêr – Ev cara yekêm li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê konferansa zanayê Kurd Seîd Nursî di ware ola Îslamê de hat lidarxistin û 4 lêkolînên girîng di warê miyanrewî û îslamê de hatin gotûbêjkirin.

Derheqê konferansê de Endamê Komîteya Lidarxistina Konferansê Dr. Raed Rifet got: “Konfrans di bin navê Konfransa Herêmî ya Seîd Nursî li Hewlêrê hat lidarxistin û rojekê berdewam kir.”

Dr. Raed Rifet da zanîn ku ev 6 meh bûn amadekrî ji wê konfransê re dihat kirin û konfrans bi çavdêriya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê û Peymangeha Zanistên Îslamî ya Hewlêrê birêve çû.

Derbarê kesên ku beşdarî konfransê bûne Dr. Raed Rifet got ku hejmarek zana û rewşenbîr û mamostayên zanîngehê û mamostayên olî yên Kurdistanê û çend pisporek di ware lêkolînan de ji welatê Tirkiye di konfransê de amade bûn.

Herwiha diyar kir ku di konferansê de 4 lêkolîn bi navên, Peyama Seîd Nursî Ligel Mirov û Kewin, Peyama Seîd Nursî bo Başbûna Mirovatiyê, Gavên Çaksaziyê di Civakê de û Şîretên Seîd Nursî bo Bihêzkirina Kesên Misilman, hatine gotûbêjkirin. Hoşmend Sadiq – Bas News

About nucexane

Check Also

Aynûr Dogan berendama Xelata Baştirîn Stêrka Îlhambexş a Salê ye

Zanîngeha DeuPauw di nava berendamên “Xelata Stêrka Îlhambexş a Sala 2018’an” de hunermenda kurd Aynûr …